Jimara nexwesan ji 101 hezarî derbas bû

24 berfanbar 2019 03:42
Jimara nexwesan ji 101 hezarî derbas bû

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa United News of Bangladesh (UNB)ê; rêvebiriya giştî ya Tenduristiyê, di nav 24 sietên dawiyê de 18 kes ji bajarê Dakkayê û bi tevahî 35 kes seredana nexwexaneyan kirine. Di ragihandinê de dibêje ku ji serê salê heya niha li seranserê Bangladeşê jimara nexweşên ta ya Dangê gihaye 101 hezar û 244 kesî. Di nav van kesan de heya niha 141 kes mirine û 127 kes li nexweşxaneyan tedawiyê dibînin.

Vîrûsa ta ya Dangê bi rêya kermêşan (pêşiyan) digihîje miorvan û dikare bibe sedema mirina nexweşan. Nexweşîna tayê bi giştî di meha hezîran, êlûn, çiriya paşî û adarê de tê dîtin ji ber ku barana zêde wê çaxê dibare.