Jimara miriyên Kovid-19 ê daket binê 20 î

27 hezîran 2020 00:33
Jimara miriyên Kovid-19 ê daket binê 20 î

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca got ku jimara miriyên Kovid-19 ê daketiye 19 kesan û bi temamî jimara kesên ku bi Kovid-19 ê mirine heya niha 5 hezar û 65 kesin. Reqemên heya niha û yên rojane yên Tirkiyê weha ne:

3.186.622 test heya îro hatine kirin.

   194.511 kes heya niha bi Kovid-19 ê ketine.

       5.065 kes heya niha mirine.

          963 nexweş di beşên hûrlênêrîne de ne.

          382 kes bi alavên nefesê ve girêdayîne.

   167.198 nexweş heya niha baş bûne.

     51.198 test îro hatine kirin.

       1.396 kes îro bi nexweşînê ketine.

            19 nexweş îro mirine.

       1.492 nexweş îro baş bûne.