Ji WHOyê hisyariya Yemenê: Dibe ku 16 milyon kes pê bikevin

04 gulan 2020 02:14
Ji WHOyê hisyariya Yemenê: Dibe ku 16 milyon kes pê bikevin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo welatê Yemenê ku ji sîstemeke baş a tenduristiyê bêpar e û şerê navxweyî lê berdewam dike, hişyariya metirsiya koronavîrusê da.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha WHOyê ya Yemenê, alav û amurên tenduristiyê li Yemenê gelekî kêm in û îhtimal heye ji nîvê serjimariya welat zêdetir kes ango 16 milyon kes bi vîrusa koronayê bikevin.

WHOyê daxwaz ji welatên din û saziyên tenduristiyê kir piştgiriya xwe bo Yemenê berdewam bikin.

Li Yemenê heta niha tenê 10 tûşbûyên vîrusa koronaya nû Covid-19 hatine tomarkirin ku 2 kesan can daye û kesek jî baş bûye.