Ji WHOyê daxuyaniya hejmarên Covid-19 yên Tirkiyê: Haya me jê nebû!
PeyamaKurd – Ji navenda Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Dr. Irshad Ali Shaikh, li ser dane û amarên Covid-19 ên ji aliyê Tirkiyê ve bo wan têne parvekirin daxuyanî da.
Dr. Irshad Ali Shaikh da zanîn ku heta demeke nêzîk jî Tirkiyê hejmara nexweşên bê semptom ên koronayê bi wan re parve nekirine û got, "Haya me ji van daneyan nebû.”
Shaikh herwiha bibîr xist ku kesên nîşaneyên koronayê li ser wan xuya nakin, bi awayekî bêdeng dibin sedema belavbûna vîrusê û diyar kir, “Pêwîste hemû kesên testa wan pozîtîf derketibe bên raporkirin.”
Rayedara WHOyê herwiha bal kişandiye ser rewşa giran a belavbûna vîrusa koronayê li Tirkiyê û daye xuyakirin, bi vî awayî dewam bike wê sîstema tenduristiyê û nexweşxaneyan têk biçe.
Shaikh li ser hejmarên zêde yên pêketinên koronayê li Tirkiyê dibêje, di asteke metirsîdar de ye.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Tenduristiya Tirkiyê bi qasî 6 mehan ji destpêka pandemiyê ve li şûna kesên testên wan pozîtîf derketine tenê yên wekî nexweş bi nav dikir parve dikir û heta meha borî jî kesî nizanibû bê rojane çend kes bi koronayê dikevin.
Li gor amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 533 hezar û 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 427 hezar û 242 kes baş bûne û 14 hezar û 705 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin