Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya hejmara PKKyîyan: 320 kes mane!
29 berfanbar 2020 22:51
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got ku hejmara PKKyiyên li nav sînorên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê mane daketiye bin 320 kesan.
Soylu di civîneke ewlehiyê de li ser têkoşîna dijî PKKê nirxandin kirin û got ku hejmara PKKyiyên li nav sînorên Tirkiyê mane daketiye bin 320 kesan.
Soylu herwiha daye xuyakirin ku hejmara tevlîbûna nav PKKê ya salane jî kêm bûye û gotiye, “PKK ya ku di salekê de 5 hezar û 558 kes tevlî dibûn, niha hejmara wan daketiye bin 320 kesan. Sala 1984an 57 kes beşdar bûn. Lê niha em hatin wê astê ku, hejmar daketiye bin wan salên destpêkê jî. Sala borî 130 kes tevlî bûne, sala 2014an hejmar 2 hezar û 558 bû.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Wezîrê Tirkiyê daxuyaniya Sûriyê: Gotinên Esed erênî ne!
01 îln 2024
Jiyan
Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya krîza rûn…
06 adr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin