Ji Trump gefa girtiyên DAISê yên Rojava: Heke hûn wan nestînin…

22 îlon 2019 15:23
Ji Trump gefa girtiyên DAISê yên Rojava: Heke hûn wan nestînin…

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke rojnamevanî li dar xist û da xuyakirin, “Min dewleta Xîlafeta DAIŞê hilweşand. Xemgîn im lê yan hûnê wan lixwe bigirin yan jî emê wan bişînin ser sînorên we.”

Trump behsa girtiyên DAIŞê yên li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di destê HSDê de girtî ne kir û got: “Niha di destê me de, bi hezaran terorîstên DAIŞê hene. Em ji welatên ku jê hatine re dixwazin, wan bistînin, derxin dadgehan û çi bi wan dikin bila bikin. Lê heta niha wan ev red kir.”

Trump di berdewamê de gef li wan welatên ewropî xwar û wiha pê de çû: “Min dewleta Xîlafetê hilweşand. Xemgîn im lê divê hûn wan li xwe bigirin, yan jî emê bişînin sînorên we. Me xizmeteke mezin li ewropiyan kir. Heke ew vegerandina wan red bikin, muhtemel e em mehkûman bişînin sînorê wan. Dê neçar bibin ku wan ji nû ve desteser bikin.”