Ji tirsa şerî xelkê dest bi komkirina xurekê kiriye
Lêkolîn eşkere dikin ku li Yewnansitanê piraniya xelkê xerckirinê kêm dike û dest bi komkirina kelûpelên bingehîn kirine.
RûpelNews - Li gorî rapirsiyeke ku di navbera 9 û 12ê Adarê de ji aliyê NielsenIQ ve li Yewnanistanê hatiye kirin, ji sedî 57ê beşdaran hest bi tirsê kirine, di heman demê de ji sedî 27an ragihandine ku ew di bin streseke giran de ne. Ji sedî 13an hestên hêrsbûnê anîne ziman, lê tenê ji sedî 3 li hember rewşê bêxem mane. Ev hejmar nîşan didin ku di nav civakê de rewşeke fikarê ya xurt serdest bûye û ev yek di reftarên kirînê de tê xuyakirin.
Xerckirin û jiyana civakî tê kêmkirin
Li gorî raporteke Ekonomimê, ji sedî 72 yê beşdarên rapirsiyê gotin ku wan adetên xwe guhertiye. Ji van, ji sedî 35 xerckirina xwe kêm kirine, ji sedî 25an jî çalakiyên xwe yên civakî sînordar kirine. Wekî din, ji sedî 10 dest bi komkirina kelûpelên bingehîn kirine.
Bilindbûna bihayan (ji sedî 22), kêmasiya berheman (ji sedî 19) û pirsgirêkên zincîra dabînkirinê wekî çavkaniyên sereke yên fikarê yên xerîdaran derketin pêş.
Li gorî hejmarên meha Sibatê, fikarên xerîdaran bi awayekî berbiçav berfireh bûne. Berê, fikar li ser bihayên xwarinê (ji sedî 45), fatûreyên enerjiyê (ji sedî 21) û pêkanîna hewcedariyên bingehîn (ji sedî 17) bûn. Piştî şer, ev fikar berfireh bûn û nezelaliya aborî û aramiya bazarê jî di nav xwe de girtin.
Zexta aborî didome
Li Yewnanistanê, ji sedî 57ê malbatan diyar dikin ku dahata wan tenê ji bo pêdiviyên bingehîn bes e, lê belê tenê ji sedî 13 radigihînin ku rewşa wan a aborî baştir bûye. Ev rewş nîşan dide ku aboriya lawaz a beriya şer ji ber geşedanên heyî hê bêtir dikeve bin zextê.
Ji sedî 68ê beşdaran ji nêz ve çavdêriya bihayan dikin, dema ku ji sedî 76 li daxistinan û promosyonan digerin. Ji deh kesan heşt kes hewl didin ku bihayê herî baş bibînin, dema ku yek ji du xerîdaran li gorî planeke budceyê ya hişk kirînê dike.
Bilindbûna bihayan berdewam dike
Daneyên ji heyama 2006-2025an nîşan didin ku qebareyên xerckirinê bi giranî aram mane, lê bihayê bi qasî ji sedî 30 zêde bûne. Her çend xerîdar heman miqdaran dikirin jî, ji ber bilindbûna bihayê neçar dimînin ku bêtir pere xerc bikin.
