Ji Tirkiyê daxuyaniya SÎHA ya ku Amerîkayê li Rojava xistiye xwar!
12 cotmeh 2023 21:50
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiye (MSB) derbarê balafira bêmirov SÎHA ya ku çend roj berê ji aliyê Amerîka ve li Rojavayê Kurdistanê hatibû xistin de, daxuyanîyeke nû belav kir.
Di daxuyaniyê de, li îdiayên ku balafira Amerîka ya SÎHA ya Tirk xistiye ji baregeha Încîrlîk-Edene ya li Tirkiyeyê rabûye hate gotin, “Ev bi temamî spekulasyon e, rewşeke wiha ne mimkun e. Balafir ji Urdinê rabûye.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê piştî êrîşa bombeyî ya Enqereyê ku PKKê girtibû ser xwe, 5ê Cotmehê êrîşên berfireh ên asmanî li Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin ku balafireke bêmirov a Tirkiyeyê jî dema nêzî hêzên Amerîkî bûbû, hatibû xistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hêzên Amerika li Rojavayê Kurdistanê SÎHAya Tirkiyê xiste xwarê
06 mjd 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin