Ji Tirkiyê bo welatên Rojavayê bertekên tund: Nabe hûn bi ‘Kurdên terorîst’ re rûnên ser maseyekê

04 tîrmeh 2019 16:28
Ji Tirkiyê bo welatên Rojavayê bertekên tund: Nabe hûn bi ‘Kurdên terorîst’ re rûnên ser maseyekê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di serdana xwe ya Çînê de pirsên rojnamevanan bersivandin.

Erdogan derbarê nakokiya F35an, peyamana nûnerê taybet ê NYyê bi YPGê re, peywendiyên Tirkiye-Çînê û mijarên din de pirsên rojnamevanên li paytexta Çînê Pekînê bersivandin û derbarê polîtîkaya derve de peyamên girîng dan.

Erdogan li ser daxuyaniya Amerîkayê ku gotiye “eger hûn S400an bikirin, em F35 radestî we nakin” got, “tu çawa malê mişteriyê xwe nadî, ev yek tê wateyê xesbkirinê”. Erdogan li ser hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump a li lûtkeya G20î û peyamên wî jî got, “Daxuyaniyên birêz Trump bo hevalên min cihê şanaziyê ne. Min jî jê re got ku  min ji vê helwesta te hez kir.”

‘ÇÊNABE BI KURDAN RE PEYMAN WERE GIRÊDAN'

Di rojeva Erdogan de peyamana Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Virginia Gamba bi nûnerên hêzên Yekîneyên Prastina Gel (YPG) re jî hebû. Erdogan wiha axivî:  

“Nabe bi YPGê re peymanek were girêdan. Dema ku NY bi ‘rêxistineke terorê’ re rune ser masê û wê weke muxatab bigire, ev yek tê wê wateyê ku statûyeke fermî ji wê rêxistinê re çêdibe. Bi gotina herî sivik ev yek skandal e. Divê ev miajr wiha neyê girtin.”

Wekî tê zanîn Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Ferhat Ebdî Şahîn) ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên Zarokan, Virginia Gamba li baregaha NY li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê planeke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kiribûn û HSDê soz dabû hemû şervanên temenbiçûk ji nav hêzên xwe derxe.

‘HSD JI NÛ VE TÊ VESAZKIRIN Û DERDIKEVE QADA NAVDEWLETÎ, TIRKIYE HAY JÊ HEYE!’

Piştî rêkeftina bi YPGê re, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kiribû  û gotibû, “ev li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) geşedaneke tirsnak e, em bu tundî şermezar dikin.”

Duh jî Erdogan diyar kiribû ku peymana NYyê ya bi YPGê re nayê qebûlkirin. Wî peymana bi kurdan re weke skandaleke bi nav kiribû gotibû ku kurd terorîst in û divê bi wan re li ser maseyekê rûnenên.

Çendek berê, Amerîkayê ji HSDê û PYDê re gotibû ku, ji PKKê cuda bibin. “Xwe ji nû ve saz bikin, wê demê hem ji aliyê leşkerî û hem jî aliyê siyasî ve wê tifaqa me xurttir bibe û em dê hingî we weke ne weke rêxistineke terorî bes weke rêxistineke ku li dijî terorê serkeftin bi dest xistiye nas bikin.”

‘GELEK WELAT BO ROJAVA LEŞKERAN DIŞÎNIN’

Wisa diyar e ku HSDê li ser vê helwesta Amerîkayê ketiye nava liv û tevgerê. Tirkiye di demeke wisa de ye ku ji ber daxwaza S400î bi Amerîkayê re di krîzekê de ye. Tirkiye hem ji aliyê aborî û hem jî aliyê peywendiyên navdewletî bi xitimînekê re rû bi rû ye lê dîsa jî derbarê NYyê de û dijayetiya kurdan daxuyaniyan dide û fişaran dike.

‘DAXUYANIYÊN TRUMP GELEK TIŞTAN EŞKERE DIKIN’

Tirkiye li derve, li Cenêvê, naxwaze ku beşdarî rêkeftinên navdewletî bibe, li hundir jî hevdîtinên aştiyê pêk nayîne. Ji hebûna kurdan a navdewletî bi awayekî eşkere nexweş dibe û dem bi dem vêya tîne zimên jî. Herî dawî di civîna G20ê de Serokê Amerîkayê Trump diyar kiriye ku wî fikrên li ser Sûriyeyê yên serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdoganî guhertine. Trumpî li bajarê Osakayê yê Japonyayê got:

“Erdogan xwest kurdan li Sûriyeyê tune  bike, min nehişt. Kurdan li wê derê li ser mijara DAIŞê alîkariya me kir. Me helîfetî ji sedî sed rakir. Ji ber wê yekê jî min telefonî Erdogan kir û min gote wî vê yekê neke. Wî jî nekir.”

Ev daxuyaniya Trump nîşan dide ku kurd ‘neyarên Tirkiyê’ ne û vê rastiyê bi awayekî eşkere radixe ber çavan.

Yanî ji aliyekî ve welat û rêxistinên Rojavayê kurdan muxatab digirin û bi wan re rûdinin li ser maseyê lê ji aliyê din ve Tirkiyeyek heye ku kurdan wekî ‘terorîst’ dibîne û dibêje “kurd terorîst in û ew dê her terorîst bimînin!”