Ji Serokê YSKê daxuyanî: Eleqeyeke mezin heye, dibe ku encam zûtir bên eskere kirin
PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, li ser proseya dengdanê ya gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku îro 28ê Gulanê birêve diçe, daxuyanî da û ragihand, eleqeyeke mezin ji proseya dengdanê re heye û dibe ku encam zûtir bên eşkere kirin.
Ahmet Yener, li Enqereyê piştî dengê xwe da ragihand ku proseya dengdanê bê pirsgirêk berdewam dike û got, “Ji ber ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de, namzedên parlamenteriyê, û partiyên siyasî jî hebûn, dê encamên hilbijartina namzedên serokomariyê hîn bileztir bên wergirtin.”
Yener herwiha da xuyakirin ku welatî eleqeyeke mezin nîşan hilbijartinê didin û got, “Encamên hilbijartinê ji gelê Tirk û demokrasiya me re bi xêr be.”
Li ser saeta rakirina qedexeya eşkerekirina encaman jî Yener got ku dê lijneya wan bicive û biryarê bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin