Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo Pêsmergeyê Îlonê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro roja duşemê li ser wefata Pêşmergeyê Îlonê Fazil Celal Zengene peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşer û Endamê (Serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê) Fazil Celal Zengene gihîşt me.
Fazil Celal Zengene hevxebatekî dilsoz û niştimanperwer bû li rojên dijwarên destpêka Şoreşa Eylûla Mezin û Serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê de rolekî ber bi çav li hilpêkirina şoreş û dirêjedana xebata neteweyî û niştimanî de hebû.
Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û xizm û dost û nasên wan û hevalên xwedê jêrazî dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim aramî û hedarê bi hemû aliyek bibexşê û xwedê jêrazî jî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin