Ji serok Barzanî peyama ‘Cejna Rojiyê’ ya Êzîdiyan

18 berfanbar 2020 02:14
Ji serok Barzanî peyama ‘Cejna Rojiyê’ ya Êzîdiyan

PeyamaKurd – Bi sedema Cejna Rojiyê ya Êzîdiyan serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî balev kir û di peyamê xwe xwest ku ‘Cejna Rojiyê’ bibe wesîla nemana êş û arîşeyên xelkê Êzîdî. Serok Barzanî weha got:

“Bi munasebeta Cejna Rojiyê ez ji temamê biyarên Êzîdî yên Kurdistanê û yên dinyayê pîrozbahiya germ dikin. Ji Xwedê dixwazin ku cejn bo birayên Êzîdî, aramî, hûzûr, bextewerî bîne û bibe destpêkeka nû. Ez daxwaz dikim ku biratî, yekîtî, firehkirina çanda pêkvejiyanê û aştiya di navbera pêkhateyên etnîkî û olî de bibe bingeha civakê.”