Ji sermayê li Kobanê 4 zarokan can da

24 rêbendan 2026 11:56

Hevseroka Heyva Sor a Kurd, Hediye Ebdullahê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber dorpêça giran û sermaya zêde, li bajarê Kobaniyê çar zarokên Kurd qefilîn û jiyana xwe ji dest dane.

Ji sermayê li Kobanê 4 zarokan can da
Nivîskar: Salih Turan

EuronuNews- Hediye Ebdullahê diyar kir ku dorpêça ji aliyê çekdarên HTŞ  û komên çekdar ên din, bûye sedema qutbûna hemû xizmetguzariyên bingehîn.

Li gorî daxuyaniyê, bajarê Kobaniyê çend roj in ji aliyê bejayî ve bi temamî hatiye girtin û pêwendiya wî bi cîhana derve re nemaye.

Qutbûna elektrîkê, av û dermanan, li gel kêmbûna sotemeniyê û barîna berfeke giran, jiyana sivîlan xistiye bin metirsiyeke mezin.

Heyva Sor a Kurd hişyariyê dide ku heger dorpêç tavilê neyê rakirin, dê hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.