Ji Sedir nameya Hesda Seibî: Xwe ji bazirganên cîhadê rizgar bikin!
19 berfanbar 2020 01:03
PeyamaKurd – Serokê Bizava şîeyên Iraqê Sedir Muqteda es-Sedir, bang li Heşda Şeibî kir ku xwe ji ‘bazirganên cîhadê’ yên li taxên Bexdayê rizgar bikin.
Sedr piştgirî da girtina hin kesên nav Heşda Şeibî û got, “Girtina hin rayedarên Heşda Şeibî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gaveke erênî ye. Lê divê xwe ji bazirganên cîhadê yên li taxên Kerade û Cadiriye rizgar bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Heşda Şeibî ragihandiye ku wan doh 6 navendên ku li Bexdayê derveyî biryar û prensîbên wan kar dikirin daxistine.
Herwiha Heşda Şeibî diyar kiriye ku ew navend ji ber binpêkirina dsîplînê hatine girtin ku pêwîste yên derveyî rêzikên wan tevbigerin bên şopandin û hesab bidin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sedir banga dûrxistina Hesda Seibî ji siyasetê û karên bazirganî kir...
12 hzr 2022
Cîhan
Hêza girêdayî Wezareta Pêsmerge rê neda Hesda Seibî
25 tbx 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin