Ji sedî sed ji Pasavanên Parlamentoya Iraqê deng dan

10 mijdar 2025 14:01
Ji sedî sed ji Pasavanên Parlamentoya Iraqê deng dan

PeyamaKurd - Fermandarê Pasvanên Parlamentoya Iraqê Seghwan Muşîr ragihand ku ji sedî sed ji pasavanên Kurd di dengdana taybet de ku ji bo karmendên ewlehiyê beriya hilbijartinên giştî yên li Iraqê hat lidarxistin, deng dane.

Doh ji bo hêzên ewlehiyê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdanek taybet hat lidarxistin.

Di dengdana taybet de, 1.313 milyon endamên hêzên ewlehiyê, tevî Pêşmerge, û nêzîkî 26,000 penaber mafê dengdanê hebûn.

Dengdan doh saet 7:00ê sibê dest pê kir û saet 6:00ê êvarê bi dawî bû.
Pasavanên Parlamentoya Iraqê ku wekî "Beretên Sor" jî têne zanîn, bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinên taybet bûn.

Ev pasvanên ku piraniya wan Kurd in û bi salan erkê parastina avahiya Parlamentoya Iraqê li ser wan hatiye danîn, doh li ser sindoqan rêz bûn da ku deng bidin.

Fermandarê Pasvanên Parlamentoya Iraqê Seghwan Muşîr diyar kir, "Şikir ji Xwedê re, me tu pirsgirêk nedît. Her kes hat û min nehişt ku kesek jî dengek wenda bike. Beşdariya me ji sedî sed e."

Ela Îdanî ku di şerê li dijî DAIŞê de çavên xwe wenda kir û li Iraqê wekî "sembola fedakariyê" tê nasîn, bi coş li yek ji navendên dengdanê amade bû.

Îdanî pêşî bi Kurdî û dû re jî bi Erebî axivî û girîngiya beşdarbûna di hilbijartinan de tekez kir û ev bang kir:

"Ez bang li hemû efser, leşker û welatiyên xwe yên Iraqî dikim ku biçin ser sindoqan. Ji bo guhertinê... Divê ew kesên ku guhertin û reformê dixwazin biçin ser sindoqan."