Ji Rûsya û Sûriyê li dijî peymana petrolê ya HSD û Amerîkayê daxuyanî
PeyamaKurd – Serokên Navendên Kordînasyona vegera Penaberan yên Rûsya û rejîma Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî peymana kompaniya Amerîkî ya petrolê Delta Crescent Energy û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derketin.
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye gotin peymana petrolê li der hiqûqa navdewletî û mebesta wê lawazkirina hewldanên aştiyê yên rêveberiya Şamê ye.
Li gorî daxuyaniyê, peyman serwerî û yekparçeyiya Sûriyê binpê dike ku Amerîkayê ew peyman ji bo fînansekirina herêmên jêr kontrola terorê (ango HSD) pêk aniye.
Herwiha hatiye gotin, Washington siyaseta xwe ya hilweşandina rêveberiya rewa ya Şamê berdewam dike û bi hevpeymanên xwe yên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê re jî çavkaniyên welat wêran dike û bi hebûna hêzên xwe dibe sedema zêdekirina aloziyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin