Ji Rûsya hemleyeke xeternak: Bi mosekên balîstîkî sîmulasyona êrîsa nukleerî hat kirin!

26 cotmeh 2023 23:45
Ji Rûsya hemleyeke xeternak: Bi mosekên balîstîkî sîmulasyona êrîsa nukleerî hat kirin!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê piştî vekişîna ji peymana qedexekirina çekên nukleerî bi demeke kurt, tetbîqateke sîmulasyona êrîşa nukleerî pêk anî.

Ajansa TASS a Rûsyayê ragihandiye ku sîmulasyona êrîşa nukleerî di bin çavdêriya Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valeri Gerasimov de hatiye kirin.

Derbarê tetbîqatê de, Şoygu û Gerasimov bi vîdeokonferansê agahî dan Serokê Rûsya Vladimir Putin ku hate diyarkirin, di dema ceribandinan de moşekên balîstîk ên parzemînî hatine avêtin.

L i gorî nûçeyê, moşekên balîstîk ên Sineva ji keştiyeke binê deryayê ya li Deryaya Barentsê ku beşek ji Okyanûsa Arktîk a di navbera Norwêc û Rûsyayê de ye, hatine avêtin.

Şoygu li ser armanca vê tetbîqatê gotiye ku ji bo rewşa şerekî bi çekên nukleerî yê dijmin hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina şerê Hamas-Îsraîlê Amerîkayê fîloya keştiyên balafirên şer li Deryaya Spî bicih kiribûn ku ev yek rastî berteka Rûsyayê hatibû û Pûtîn eşkere kiribû ku ew keştî di menzîla moşekên balîstîk ên rûsî de ne.