Ji Rojava banga lezgîn bo korîdora însanî! 213 sivîl hatin kustin, 653 jî birîndar bûn

17 cotmeh 2019 18:13
Ji Rojava banga lezgîn bo korîdora însanî! 213 sivîl hatin kustin, 653 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê bangewaziya vekirina korîdorekê ji bo rizgarkirina sivîlan ji êrîşên artêşa Tirkiyê kir û got, ji 9ê Cotmehê ve ji ber êrîş û bombardimanên artêşa Tirkiyê 18 jê zarok 218 sivîl hatine kuştin û 35 jê zarok 653 sivîl jî birîndar bûne. Medya cîhanê jî ev banga Desteya Tenduristiyê bi lezgînî ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku îro dorûbera tekane nexweşxaneya Serêkaniyê jî hatiye topbaran kirin û Endamê Desteya Tendûrisiyê ya Herêma Cizîrê Hayil Salîh jî di topbarana îro ya li Serê Kaniyê can daye.

Desteya Tendûristiyê ji bo rewşa sivîlan li Serê Kaniyê banga lezgîn kir û xwest korîdoreke însanî were vekirin. 

Desteyê diyar kir ku ji ber şerê dijwar û bikaranîna çekên qedexekirî rewşa sivîlan li Serê Kaniyê di xetereyeke mezin de ye.

Desteya Tendûristiyê ya Herêma Cizîrê derbarê mijarê de li Hesekê daxuyaniyeke çapameniyê da destnîşan kir ku sivîlên li Serê Kaniyê di çemberê de ne û tevî xetereya jiyanê nikarin ti pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Desteya Tendûristiyê bal kişand ser zêdehiya wendahiyên sivîlan û da zanîn ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 18 jê zarok 218 sivîl şehîd bûne û 35 jê zarok 653 sivîl jî birîndar bûne.

Desteyê ev bang kir:

Sivîl li Serê Kaniyê di bin topbarana dijwar a dewleta Tirk de ne û bê av, bê xwarin, bê elektrîk in.

Nexweşxane jî di bin hedefa êrîşan de ye, ji ber vê yekê jî jiyana bi hezaran birîndar û sivîlan û xebatkarên me di xeteriyê de ye û bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne.

Em bang li hemû saziyên navnetewî û rêxistinên mafê mirovavan û gelên cîhanê dikin ku ji bo em karibin alîkariya însanî bikin û korîdoreke ewlehiyê vebe bikevin nav tevgerê.

Piştî daxuyaniya desteyê bi demeke kin Endamê Desteya Tendûristiyê Hayil Salih ku li Serê Kaniyê birîndar derman dikir, di êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî nexweşxaneyê de şehîd bû.