Ji rêveberiya nû ya Amerîkayê li ser rewsa Demirtas daxuyanî

24 rêbendan 2021 13:56
Ji rêveberiya nû ya Amerîkayê li ser rewsa Demirtas daxuyanî

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ya Joe Biden derbarê li ser girtina Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala daxuyaniyek da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsa Ahvalê derbarê rewşa dawî ya Demirtaş û Kavala de ku Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li ser berdana wan bicih neanîne daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîka wan dozan ji nêzîk ve dişopîne û ji ber dozên girtina medyakar, siyasetmedar, mirovên civaka sivîl gelekî nîgeran e.

Wezaretê daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li azadiyên bingehîn bigire û wan dozan bi awayekî dadwerane bi encam bike.

Li ser biryara DMME û rewşa Demirtaş jî hatiye diyarkirin ku wan biryara 21ê Çile ya Parlamena Ewropa û DMMEyê bo berdana Selahattîn Demirtaş li cem xwe not kiriye û hat gotin, “Astengkirina muxalîfan di beşdarîkirina proseya demokratîk de, tenduristiya demokrasiyê têk dide. Em ji Tirkiyê daxwaz dikin berpirsiyariyên xwe yên navnetewî û azadiyên bi destûra bingehîn hatine misogerkirin bicih werîne.”