Ji Resîd hate xwestin ku deshilata xwe ji bo mafên destûrî yên Kurdistanê bikar bîne
12 gulan 2024 17:20
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 12ê Gulanê li Hewlêrê civiyan.
Di civînêa ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amadehî kir de, her du alî li ser pêwîstî û girîngiya rêzgirtin li sîstema federaliya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser binemaya destûr û rêkeftinan, hevnêrîn bûn.
Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku Serokomarê Iraqê desthilarên xwe weke parêzgerê destûrê, ji bo parastin û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bikar bîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bi nivîseke fermî zêdekirina budçeya Herêma Kurdistanê hate xwestin
25 sbt 2025
Cîhan
Ji bo Leyla Zana cezayê girtîgehê hate xwestin
02 gln 2024
Jiyan
Sûriye | Çekdarên deshilata Samê ji pêkhateya Elewî 6 kes kustin
31 adr 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin