Ji Pentagonê daxuyaniya alîkariyê bo hêzên Pêsmerge…

01 îlon 2019 15:01
Ji Pentagonê daxuyaniya alîkariyê bo hêzên Pêsmerge…

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) Michael Mulroy da xuyakirin,  wê hevkariya wan ligel hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Michael Mulroy ji K24ê re ragihand, Amerîka wê berdewam be li ser perwerde, pirrçekkirin,  rawêjkarî û hevkariyê ligel Pêşmergeyan heta ku metirsiya DAIŞê bi yekcarî bi dawî bibe.

Mulroy derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê li hin herêmên Iraqê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî diyar kir, divê hemahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê zêdetir bibe bo aramî vegere wan herêman û metirsiya DAIŞê li wan herêman jî nemine.

Michael Mulroy bal kişand ser ku ew navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin ji bo çareseriya hemû pirsan.