Ji PDKê daxuyaniya vegera Kerkûkê: Em ê bi heybeta xwe vegerin!
24 gulan 2023 21:58
PeyamaKurd - Berpirsê baskê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê Mihemed Kemal, li ser vegera PDKê ya Kerkûkê û radestkirina binkeyên wan got, “Em amade ne ji bo vegera Kerkûkê, rêkeftin jî heye ji bo wê, tişta ku maye hikûmeta Iraqê wê rêkeftinê bicih bike.”
Mihemed Kemal da zanîn: “Diyare ligel hikûmeta Iraqê, li ser hin xalan rêkeftin pêk hatiye û li gor wê rêkeftinê divê em vegerin û binkeyên me jî bên dayîn û bi heybeta xwe ve em wegerin.”
Hêjayî gotinê ye, ji dema bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve rewşa Kerkûkê ne asayî ye û PDKê jî ji bo vegere Kerkûkê hewldanên xwe zêde kirine ku dê PDK rêgiriyê li hewldanên erebkirina Kerkûkê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji berpirsê PDKê daxuyaniya vegera bajêr û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê
25 mjd 2020
Cîhan
'Bi vegera PDKê re wê giraniya Kurdan li Kerkûkê ji nû ve zêde bibe'
05 mjd 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin