Ji PDKê daxuyanîya serê PKK û Tirkiyê: Bila êdî xelkê Kurdistanê û sirûsta wê nebin qurbaniyên vî serî

31 gulan 2021 23:35
Ji PDKê daxuyanîya serê PKK û Tirkiyê: Bila êdî xelkê Kurdistanê û sirûsta wê nebin qurbaniyên vî serî

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê derbarê operasyonên Tirkiyê û şerê Tirkiye-PKKê de daxuyaniyek belav kir ku tê malwêraniya sirûşta Kurdistanê bibîr xist.

PDKê got: “PKK her dem hincet daye destê Tirkiyê û bi berpirsyarî ligel rewşa hestyar û nazik a Herêma Kurdistanê tevnegeriyaye.”

Daxuyaniya Fraksiyona PDKê ya li ser şerê PKK û Tirkiye:

Mixabin şerê PKK û Tirkiyê her dem malwêranî bûye li ser jiyan û jîngeha Kurdistanê û kavilkirina gundan û nehiştina jiyanê li deverên sînorî.

Ne tenê niha li ser darbirînê, me berê jî ragihandiye ku bila êdî xelkê sivîl nebin qurbanî û neyên şehîdkirin, bila ev kêşe li nav axa Tirkiyê were çareserkirin û xelkê Herêma Kurdistanê û jîngeha Kurdistanê û ajal û sirûşta Kurdistanê nebin qurbaniyên vî şerî.

Weke çawa em ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikin xelkê sivîl û sirûşta Kurdistanê û gundên me neke qurbaniyên kêşeyên xwe yên ligel PKKê, di heman demê de em dibêjin PKK her dem hincet daye destê Tirkiyê û bi berpirsyarî ligel rewşa hestyar û nazik a Herêma Kurdistanê tevnegeriyaye, berevajî vê, dixwaze Herêma Kurdistanê têkel bikin û xelk û sirûşt û axa Kurdistanê baca van hincetan bide ku didin destê hikûmeta Tirkiyê.

Em li vir ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku helwest nîşan bidin û di vê kêşeyê de bêalî nebin, him bi dewleta Tirkiyê re biaxivin û him jî peyameke zelal bidin PKKê.

Di vê mijarê de me yadaştek amade kiriye ji bo Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û daxwaza rêkarên pêwîst ên parlamentoyê û rûniştina taybet dikin li ser vê mijarê.