Ji Parêzgeriya Hewlêrê daxuyaniya tedbîrên bo Cejna Qûrbanê

28 tîrmeh 2020 18:01
Ji Parêzgeriya Hewlêrê daxuyaniya tedbîrên bo Cejna Qûrbanê

PeyamaKurd – Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê Hemîn Qadir, ragihand ku wê di Cejna Qûrbanê de qedexeya derve û çûnûhatinê neyê ragihandin.

Hemîn Qadir got ku niha ti biryareke wan bo qedexeyê nîne, lê belê wê dema cejnê ji bo qelebalix çênebe cihên giştî girtî bin.

Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê diyar kir ku heger belavbûna vîrusa koronayê zêde nebe, wê qedexe neyê ragihandin, lê belê ger rewş xirab bibe jî dibe biryareke wiha bê standin.

Herwiha wî ragihand ku wê bi biryara Wezareta Ol û Ewqafê nimêja cejnê neyê kirin û destûr bo serdana goristanan neyê dayîn.