Ji NY biryara Sûriyê: Wê tenê bi rêya deriyê Tirkiyê alîkarî bên sandin
PeyamaKurd – Piştî vetoyên Rûsya û Çînê bo şandina alîkariyên mirovî di deriyên sînorî yên bi ser hikûmeta Sûriyê ve, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryar stand ku tenê bi rêya deriyekî Tirkiyê alîkariyan bişîne.
KENY doh Şemiyê bi rêya vîdyokonferansê civînek li dar xist û di civînê de biryar hat dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî nava Sûriyê bibin lê tenê bi rêya yek deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re alîkarî werin derbaskirin.
Li gorî biryarê wê alîkarî tenê di deriyê Bab el-Hewa de bên gihandin.
Piştî dengdana biryarê ku Çîn-Rûsya deng nedan, Almanya û Belçîkayê ragihandin ku deriyekî sînorî tenê ji bo gihandina alîkariyan ne bes e.
Nûnena Amerîka li NY Jonathan Allen li ser biryarê got, ji bilî qebûlkirina vê yekê ti bijardeyeke din li ber wan nebû û diyar kir, “Careke din ez spasiya hevbeşên me dikim li ser karê wan lê ev yek berpirsyariya Rûsya û Çînê ye.”
Nûnerê Brîtanyayê jî Rûsya û Çîn bi astengkirina gihandina alîkariyan tohmetbar kir û siyasetkirina bo alîkariyên mirovî şermek e ku Rûsya berdewam dike.
Bi daxwaza Rûsya û Çînê gihandina alîkariyan di deriyên Til Koçer û Bab el-Selame de, hatiye astengkirin ku ev demek e NY nikare alîkariyan bigihîne koçber û hejarên Sûriyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin