Ji NY bertek bo doza HDPê û Peymana Stenbolê: Peyameke sas e!

24 adar 2021 01:03
Ji NY bertek bo doza HDPê û Peymana Stenbolê: Peyameke sas e!

PeyamaKurd -  Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevê, Liz Throssell derbarê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê, doza girtina HDPê û xistina parlamenteriya Omer Faruk Fergerlikoglu de daxuyanî da.Di daxuyaniyê de fikarên li ser gavên dawî yên deshilatiya Tirkiyê têne bibîrxistin û tê gotin ku pêwîstiya Tirkiyê bi avêtina gavên li gorî pîvanên navnetewî heye ku li gorî planekê bixe pratîkê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Cenêvê ya NY ve hatiye belavkirin de, Liz Throssell fikarên xwe anîn ziman û got: "Bi vê biryarê li parlamentoyê rêxistin û saziyên civakî û sivîl dikin mijara niqaşan. Bi taybetî di mijara newekheviya zayendî û tundiya li ser jinê de fikaran zêde dike. Vekişîna biryarê ya dewletê mirovan dixe şokê. Di vê pêvajoya ku pêwiste tundiya li dijî jinê dawî bibe de, vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê, peyamek şaş dide cîhanê."  

Throssell, bal kişand ser doza girtina HDPê û diyar kir: “Siyasetmedarên muxalif û parazvanên mafên mirovan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ev mirov bi pênaseya terorê têne tawanbarkirin. Wan bi vî şiklî dikin hedef û dixwazin bêdeng bikin. Di 17ê Adarê de ji bo HDPê bigirin dest bi pêvajoya yasayî kirin. Di heman rojê de parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu xistin. Divê Tirkiye li gorî peyman û pivanên Navneteweyî gavan bavêje û plana xwe bixe pratîkê."