Ji NASAyê gestên fezayê: Sevek 35 hezar dolar e

13 hezîran 2019 20:32
Ji NASAyê gestên fezayê: Sevek 35 hezar dolar e

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ji sala 2020an wir de dest bi geştên fezayê dike.

Hat ragihandin dê di nav salekê de herî zêde du geştên taybet ên rêwiyan bo fezayê bêne kirin.

Kesên bixwazin li fezayê di navgîna NASAyê de şeva xwe derbas bikin jî dê ji bo her şevekê 35 hezar dolaran bidin.

Li daxuyaniya wekîlê berpirsê Îstasyona Fezayê ya Navdewletî Robyn Gatens diyar kir, kesên bixwazin di geştên NASAyê de biçin fezayê dê ji bo her şeveke mayînê 35 hezar dolaran bidin.

Herwiha rêwiyên biçin fezayê dê bikarin heta 30 rojan di navgîna fezayî de bimînin û tê texmînkirin mesrefên her rêwiyekî ji yek milyon dolaran jî derbas bike.