Ji Mesrûr Barzanî daxuyaniyên ser rewsa Rojava
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma destpêkirina çêkirina otorêya Duhok – Barzanê de axivî û da xuyakirin ku di karnameya hikûmetê de gelek projeyên werin çêkirin hene.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku dê bi wan projeyan re bi hezaran kes bibin xwedî kar û li ser hevdîtinên ligel Bexdayê jî got, “Em di hevdîtinan de dibînin ku herdu alî jî ji bo çareseriyê xwedî helwesteke erênî ne. Em li bendê ne rayedarên iraqî ji bo encamdana gotûbêjên çareseriyê gavên cidî bavêjin.”
"Em bi xemgînî geşedanên li Rojava dişopînin”
Barzanî li ser êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî got, “Em ji ber pêşhatên li Rojava xemgîn in. Em hemû bi xemgînî tiştên diqewime dişopînen û hêvî dikin rêbazên tundiyê bi dawî werin û kêşe bi rêyşa dîyalog û gotûbêjan çareser bibin.”
Serokwezîrê Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîste li Rojavayê Kurdistanê û hemû deverên din rêz li mafên Kurdan û hemû gelan bê girtin û dawî li şer bê anîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin