Ji Macron banga Idlibê: Êrîsan rawestînin...

01 adar 2020 19:16
Ji Macron banga Idlibê: Êrîsan rawestînin...

PeyamaKurd - Serokê Fransayê bangewazî li Rûsya û Tirkiyê kir agirbesta mayînde bê ragihandin û dawî li şer û pevçûnên li Idlibê bê anîn.

Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Idlibê û ragihand, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, daxwaz ji Rûsya û Tirkiyê dike ku agirbesteke mayînde li Sûriyê ragihînin.

Serokê Fransayê nîgeraniya xwe ya bo aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê de derbirî ku li Sûriyê dibe sedema dubare derketina komên terorî li herêmê.

Serokomarê Fransayê got, divê Rûsya demildest, êrîşên li bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne û rêzê li yasayên navdewletî bigire, sivîlên li navçeyê biparêze û rê bi gihiştina alîkariyên mirovî bo Idlibê bide.

Beriya vê daxuyaniya Koşka Elysee, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî daxwaza lidarxistina lûtkeyekê li serokên Rûsya û Tirkiyê kiribû.