Ji KNK û PJAKê bertekên tund bo darvekirin û radestkirina Selîmî bo Îranê

13 nîsan 2020 15:42
Ji KNK û PJAKê bertekên tund bo darvekirin û radestkirina Selîmî bo Îranê

PeyamaKurd – Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku nêzî PKKê ye û Partiya Jinaya Azad (PJAK) a bi ser PKKê ve ku li Rojhilatê Kurdistanê çalak e, li dijî vegerandina girtiyê siyasî yê Kurd Mustefa Selîmî bo Îranê û darvekirina wî bertekên tund nîşan dan.

KNKê daxwaza demildest sizakirina  berpirsên ku Selîmî radestî Îranê kirine kir û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, bûyera radestkirina Selîmî bo dagirkerên Kurdistanê were ronîkirin û bi lêpirsîneke hûrgilî raya giştî were agahdarkirin.

KNKê herwiha bang li Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî kir biryarekê li dijî radestkirina penaberan bo welatên din derxe.

PJAKê jî di daxuyaniya xwe de, radestkirina Mustefa Selîmî ji aliyê asayîşa Pencwîn a YNKê ve wekî tawaneke nayê qebûlkirin binav kir û got, pêwîste alîyên berpirsiyan raya giştî agahdar bikin û li ser vê bûyera xiyanetê gelê Kurd jî helwesta xwe nîşan bide.

Di daxuyaniyê de PJAKê sersaxî ji malbata Mustefa Selîmî re xwest û darvekirina wî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Li aliyê din Cîgirê Parêzgarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Huseyîn Hoşikbal jî ragihandiye ku Selîmî li gundekî bajarê Bane hatiye desteserkirin û ew piştre li girtîgeha Seqizê hatiye drarvekirin.

Hoşikbal herwiha di beyana xwe ya Ajansa Farsê de, red kiriye ku Selîmî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo wan hatiye radestkirin.

Herwiha Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê jî red kiriye ku Selîmî bo Îranê hatibe radestkirin.

Mustefa Selîmî piştî ku 3yê Nîsanê ji Girtîgeha Seqizê direve derbasî Herêma Kurdistanê dibe, lê asayîşa Pencwînê ya bi ser YNKê ve wî qebûl nake û vedigerîne Îranê ku tê desteserkirin û darvekirin.