Ji Kilicdaroglu peyameke bi kurdî: Bijî biratiya gelan!
Kemal Kilicdaroglu diyar kir ku ew pêşketinên derbarê entegrasyona yekîneyên HSDê di nav dewlets Sûriyê de bi awayekî erênî dinirxîne.
RûpelNews - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu, li ser hesabê xwe yê X derbarê geşedanên li Sûriyê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê daxuyanî da.
Kilicdaroglu, pêşwaziya geşedanên derbarê entegrasyona yekîneyên ên HSDê di nav saziyên dewletê yên Sûriyê de kir û got ku ev yek ne tenê ji bo Sûriyê, lê herwiha ji bo ewlehî û aramiya herêmê jî girîng e.
"Divê mafên kurdên Sûriyê bên parastin"
Kilicdaroglu tekez kir ku divê nasname û maf û azadiyên bingehîn ên kurdên Sûriyê bên parastin û lê zêde kir ku Sûriyeke demokratîk a ku yekparçebûna axa xwe diparêze, ku tê de pêkhateyên etnîkî û olî wekî welatiyên wekhev dijîn, di berjewendiya Tirkiyeyê de jî ye.
Kilicdaroglu got, "Divê em pirsgirêka kurd bi derxistina wê ya bi temamî ji bin siyê çek û pevçûnê, û çareserkirina wê di bin sîwana siyaseta demokratîk, serweriya hiqûqê û Parlamentoya Tirkiyeyê de çareser bikin."
"Ez hêvî dikim ku çek bi temamî bên danîn"
Kilicdaroglu, piştgiriya xwe ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê nîşan da û hêvî kir ku ev pêvajo bibe sedema danîna çekan bi temamî û bidawîbûna dijminatiyê.
Kilicdaroglu destnîşan kir ku xurtkirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê dê di heman demê de ji bo aştiyê û aramiyê li Rojhilata Navîn bibe garantiyeke girîng.
Pêşniyara OBITê dubare kir
Kilicdaroglu, pêşniyara xwe ya berê ya ji bo Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya li Rojhilata Navîn (OBIT) dubare kir, anî ziman ku pêdivî bi avakirina avahiyekê heye ku di bin serokatiya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de were damezrandin, û ku ev avahî dê di dawiyê de welatên din ên herêmê jî li xwe bigire.
Kilicdaroglu got, "Divê çarenûsa Rojhilata Navîn ne li gorî hesabên berjewendiyên welatên din, lê belê li gorî vîna kolektîf a gelên ku li vê herêmê dijîn were diyarkirin," û lê zêde kir ku divê pirsgirêkên herêmê li şûna pevçûnên zêdetir, bi rêya diyalog, dîplomasî û hevkariyê werin çareserkirin.
Peyama xwe bi kurdî û erebî bi dawî anî
Derbarê rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn de, Kilicdaroglu got, "Divê Tirkiye nebe aliyekî şerên li Rojhilata Navîn, lê belê bibe hêzeke damezrîner a aştiyê. Pêşeroja hevpar tirk, kurd û erebên di aştiyê de ye."
Kilicdaroglu daxuyaniya xwe bi heman peyamê bi sê ziman bi dawî anî:
"Yaşasın halkların kardeşliği!
Bijî biratiya gelan!
عاشت أخوّة الشعوب!"
