Ji Kazimî peyama Enfalê: Bîranîna Efalê li ser me ferz dike em dijî her cure cudaxwaziyê bin

14 nîsan 2021 19:03
Ji Kazimî peyama Enfalê: Bîranîna Efalê li ser me ferz dike em dijî her cure cudaxwaziyê bin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di salvegera 33yemîn a destpêkirina komkujiya Enfalê ya rejîma Beas bi ser Kurdan de, peyamek belav kir.

Kazimî di peyama xwe de got, “Di vê bîranîna xembar de, em êşê dikişînin û xemgîn in. Em şehîdên wê tawanê bi rêzdarî bibîr tînin û ev tawana hovane ya li hember ewladên welat nîşanî me dide ku tekane rêya xwegihandina aştî, xweşbînî, demokrasî, pêkvejiyan û ronakirinê ye.”

Kazimî di beşeke peyamê de, balê dikişîne ser bi sed hezaran qurbaniyên enfalê û dibêje, bîranîna Enfalê li ser me ferz dike ku em li dijî her cure cudaxwaziya siyasî, mirin û vegera dîktatoriyê bin.