Ji Kazimî daxuyaniya êrîsên ser baregehên hêzên Amerîkayê…
05 rêbendan 2022 23:00
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşên moşekî yên du rojên dawî li ser baregehên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê de ku ew êrîş piştî gefên milîsên çekdar ên bi ser Îranê de hatine kirin, daxuyanî da.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî di civîna kabîneyê de axivî û got ku hinek êrîşên moşekî li dijî baregehên leşkerî hatine kirin ku sedema wan êrîşan nayê fêmkirin û bandorê li ser ewlehî û seqamgeriya Iarqê dikin.
Kazimî da zanîn ku Amerîka û hevpeymaniyê dawî li erka hêzên xwe yên şerker li Iraqê anîne û tenê hejmarek şêwirmendên leşkerî li Iraqê mane û got: “Niha tenê komeke biçûk a şêwirmendên leşkerî ligel hêzên me yên ewlekariyê kar dikin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîsên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyan
17 adr 2025
Jiyan
Daxuyaniya Lavrov li ser baregehên leskerî yên li Sûriyê
29 brf 2024
Cîhan
Ji Amerîka daxuyaniya êrîsên Tirkiyê yên ser Basûrê Kurdistanê
06 îln 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin