Ji Îsraîlê biryara pasxistina hevdîtinên agirbestê: Heta Hamas bersivê nede...

06 hezîran 2024 19:26
Ji Îsraîlê biryara pasxistina hevdîtinên agirbestê: Heta Hamas bersivê nede...

PeyamaKurd – Kabîneya Şer a Îsraîlê ragihand ku heta Hamas bersiva pêşniyara agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden nede, ew dê şanda danûstankar neşînin Qeterê û muzakereyên agirbestê bipaş dixin.

Li gorî nûçeya televizyona dewleta Îsraîlê KANê Kabîneya Şer a Îsraîlê biryar da, heta Hamas bersiva pêşniyara Biden nede, neçin Dohayê û muzakereyan bipaş bixin.

KANê diyar nekir bê ew biryara kengî hatiye dayîn. 4 civînên dawî yên kabîneya şer li ofîsa Netanyahû hatibûn kirin û hatibû gotin, rageşiya bi Hizbûlaha Lubnanê re hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha hatibû ragihandin ku ew li benda bersiveke êrênî ya ji Misir û Qeterê ne bo agirbestê.