Ji Îranê li ser nûçeyên kustina Muslim Sahdan daxuyanî

01 berfanbar 2020 21:20
Ji Îranê li ser nûçeyên kustina Muslim Sahdan daxuyanî

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîna rojnamevanî ya îro 1ê Kanûnê de ku li ser taziyeyên bo Muhsîn Fexrîzade axivî, li ser nûçeyên kuştina Fermandarê Pasevanên Şoreşa Îranê Muslim Şahdan li ser sînorê Iraq-Îranê jî daxuyanî da.

Xetîbzade bûyera kuştina fermandarê îranî piştrast nekir û got, 'Me ti agahî derbarê şehîdbûna fermandarê Îranê li ser sînorê Iraq-Îranê wernegirtiye. Dibe ku nûçeyeke derew be. Divê li ser mijarê berdevkê sererkaniya artêşê şîrove bike.”

El Erebiyeyê şeva borî ragihandibû ku Fermandarê Pasevanên Şoreşa Îranê, Muslim Şahdan li devereke ser sînorên Îran-Iraqê bi êrîşeke dronê ya ser otomobîla ku tê de bû, tevî 3 kesên din hatiye kuştin.