Ji Îranê hisyarî bo Ewropayê: Gava sêyem tê…

31 tîrmeh 2019 19:55
Ji Îranê hisyarî bo Ewropayê: Gava sêyem tê…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî civîna Desteya Wezîrên Îranê ji rojnamevanan re li ser mijara peymana atomî daxuyanî dan.

Zerîf hişyarî da welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û got ku heger sozên xwe bicih neyînin, dê Îran di peymana nukleerî de gava xwe ya sêyemîn bavêje.

Wezîrê Îranê welatên ewropî rexne kir ku hîn jî sîstema darayî ya INSTEXê di çarçoveya bernameya nukleerî de çalak û pêwîste ew sîstem bê çalakkirin û pereyên petrolê jî bên razandin.

INSTEX li beramberî dorpêçên Amerîkayê mekanîzmeyeke danûstandina darayî ye ku Amerîka nikare naveroka wan danûstandinên ligel Îranê bibîne.