Ji Îranê hemleyeke krîtîk: Me ji sedî 60 ûranyom dewlemend kir

16 nîsan 2021 20:34
Ji Îranê hemleyeke krîtîk: Me ji sedî 60 ûranyom dewlemend kir

PeyamaKurd – Di demeke ku li ser vegera peymana nukleerî ya welatên P5+1 li Vîyenayê civîn dest pê dikin de, rêveberiya Tehranê tevî ku rêveberiya nû ya Amerîka dixwaze li peymana atomî vegere jî gaveke xeter avêt.

Piştî teqîna hefteya borî li kargeha Nebenz a Nukleerî Serokê Parlamena Îranê Mihemed Bekir Galîbaf li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku wan ji sedî 60 ûranyûm dewlemend kirine.

Muhemmed Bekir Galîbaf got: “Zanyarên me yên ciwan ji sedî 60 zêdekirina ûranyûmê biser xistin.”

Di serî de Îsraîl, Amerîka û welatên Ewropayê li dijî wê yekê ne ku Îran ûranyûmê ji asta di peymanê de hatiye diyarkirin zêdetir bimeyîne û negihîje qonaxa çêkirina çekên atomî.

Îran ji bo vegera peymanê rakirina hemû dorpêçên aborî yên li ser hatine sepandin ji Amerîkayê dixwaze ku ew daxwaza Îranê jî baweriyê nade Washingtonê.