Ji Îmamoglu bo Erdogan: Ji bo proseya aştî gav biavêjin
Şaredarê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoğlu, der barê proseya aştiyê de bang li Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û got: "Gelek tişt tên gotin, lê ti kiryar nayê kirin. Birêz Erdogan, erkê xwe bi cih bînin."
RûpelNews - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku niha li girtîgeha Silivriyê girtî ye, bang li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ku di pêvajoya heyî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd de gavên pêwîst biavêje.
Îmamoğlu di daxuyaniya xwe de, got, "Tirkiyeyeke ji terorê azad û Tirkiyeyeke demokratîk xewna hevpar a vî gelî ye. Em nikarin bi zîhniyeta ku dibêje, 'Heke hûn min hilbijêrin, ez ê pêvajoyê bi pêş bixim' bi pêş ve biçin.Gotin tên gotin, lê ti gav nayên avêtin. Pêşeroja Tirkiyeyê, aştî û ewlehiya wê êdî nikarin tehemûl li vê helwesta heyî bikin. Birêz Erdoagn li erka xwe rabin û erkê xwe bi cîh bînin."
