Ji Herêma Kurdistanê, ji bo Rihayê alîkarî hat sandin

16 sibat 2023 19:30
Ji Herêma Kurdistanê, ji bo Rihayê alîkarî hat sandin

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Nûnertiya saziya mafên mirovan a ÎHHê ya Rihayê hat ragihandin, alîkariyên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin, gihîştine herêma erdhejê.

Di daxuyaniya Nûnertiya ÎHHê ya Rihayê de hat gotin ku alîkariyên ku di çarçoveya kampanya alîkariyê ya ku Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin de ji bo herêmên erdhejê hatine şandin.

Nûnerê ÎHHê yê Rihayê Behçet Atîla ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girtin, ji bo alîkariyên watedar spasiya şanda Herêma Kurdistanê û gel kir û got,

"Di vê belaya mezin de dîtina xwişk û birayên xwe yên li kêleka xwe, hinekî be jî êşa me sivik dike. Em spasiyên xwe pêşkêş dikin ku ji bo xwişk û biratiyê çi hewce be, kirine. Xwedê ji wan razî be.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Alîkariya Barzanî, piştî erdhejê di nav 24 saetan de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û kamyonên alîkariyê şandibûn navçeyên erdhejê.

Alîkariyên ku ji Dîlok, Semsûr û Diyarbekirê re hatibûn şandin, di heman rojan de ji Efrîn û Cindirêsê yên ku ji ber erdheja li Rojava mexdûr bûn jî hatibûn şandin.