Ji herdu taziyeyan 163 kes bi koronayê ketin û kesekî jî can da

26 gulan 2020 18:24
Ji herdu taziyeyan 163 kes bi koronayê ketin û kesekî jî can da

PeyamaKurd – Heta niha tenê ji ber beşdariya du taziyeyên li Wanê bê destûr hatine danîn, 163 kes bi koronayê ketine û kesek ji wan jî can daye.

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê heta niha 478 kes bi koronayê ketine û 18 hezar kes jî di karantînayê de ne.

Li gundekî navçeya Rêya Hevrîşim (Îpekyolu) ya Wanê çend roj berê ji bo welatiyê 70 salî ku ji ber koronayê wefat kiribû bê destûr taziye hatibû danîn ku ji ber wê taziyeyê taziyeyeke din a li gundekî navçeya Edremîtê hatibû danîn, heta niha 163 kesên din bi koronayê ketine.

Heta niha tevî kesekî ji wan beşdarên taziyeyan 10 kesan li Wanê ji ber koronayê can daye û herwiha ji bilî kesên nexweş karantînaya li ser 18 hezar kesan jî berdewam dike.