Ji Hadî Amirî berteka tund: Wê dawiya wî wekî ya Sedam be
28 tîrmeh 2019 16:15
PeyamaKurd - Fermandarê payebilind ê milîsên Heşdî Şeibî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ji bo qralê welatê kendav a erebî Bahreynê got, dê çarenivîsa wî jî wek ya Seddam Husên be.
Hadî Amirî li ser darvekirina du hemwelatiyên şîe li Bahreynê şermezarî da wî welatî û got, dê çarenivîsa qralê Behreynê Hemed Bin Îsa El Xelîfe jî wek çarenivîsa serokê rejîma Beis a Iraqê Seddam Husên be.
Hikûmeta Bahreynê du welatiyên şîe wek terorîst tewanbar kiribûn û du roj berê jî ew bidarve kiribûn.
Serokê hevpeymaniya Fetih Amirî, darvekirina herdu hemwelatiyên şîe wekî destpêka dawî hatina desthilatiya qralê Behreynê pênase kir û ew wek xiyanetkar û kirêgirtî binav kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin