Ji Fransayê hisyariya Rojhilata Navîn | Ser li ber derî ye...

08 rêbendan 2020 00:59
Ji Fransayê hisyariya Rojhilata Navîn | Ser li ber derî ye...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser aloziya piştî kuştina Qasim Silêmanî li Rojhilata Navîn got ku rewş metirsîdar e û ‎dibe rewşa veguhere şer û pevçûnan.

Jean-Yves Le Drian di hevpeyvînekê de got, rewş gelekî metirsîdar e û dibe ku bi ‎vî awayî jî biçe û veguhere şer û pevçûnê.

Le Drian da zanîn ku Fransayê hemû hewldanên ‎xwe xistine tevgerê bo bidawîanîna vê rewşê û wiha axivî:

“Rewş metirsîdar e, rewş gelekî metirsîdar e, zîncîreya karvedanan bi tevahî cihê nîgeraniyê ye û heger ‎wiha jî berdewam be, dibe ku şer û pevçûn çêbin. Belê ev rastî ye, loma jî me hemû hewldanên xwe ‎xistine tevgerê daku dawiyê li vê rewşê bînin ku gelekî bêzarker e. Herwiha dibe ku me ber bi çend ‎senaryoyên giran ve jî bibe, ku dibe kontrolkirina wan zehmet be.”‎