Ji Erdogan li Wanê fermana bo Selahattîn Demirtas!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê hilbijartinên serokomariyê yên 14ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan, li ser daxuyaniyên namzedê Tifaqa Milet ê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu ku gotibû, piştî serketina hilbijartinê ew dê Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala ji girtîgehê berdin, tund axivî.
Erdogan îro 5ê Gulanê di mîtinga hilbijartinê ya li bajarê Wanê li dar xist de, ji bo Demirtaşê ku 7 sal in li Girtîgeha Edirneyê girtîye û ligel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî nayê berdan û siyasetmedarên din ên girtî wiha axivî: "Heta ku em li ser deshilatê bin, wê edalet pêk were û em ê nebêjin ji girtîgehê derkeve. Wê hemû hesab bidin.”
Erdogan herwiha got ku yê ku maf û hiqûqa kurdan li vî welatî diparêze ew in û zemîna demokrasiyê jî di heyama deshilata wan de hatiye danîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin