Ji Erdogan daxuyaniya operasyonê: Înselah emê li nêzîk derbasî…

06 tebax 2019 17:15
Ji Erdogan daxuyaniya operasyonê: Înselah emê li nêzîk derbasî…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna ligel dîplomatkarên Tirkiyê yên welatan de, bersiv da Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper ku gotibû, "Her cure operasyoneke yekalî ya li bakurê Suriyê (Rojava) bê kirin nayê qebûlkirin. Em hêvîdarin bi Enqerê re li hev bikin’ da.

Erdogan got ku ew li bendê ne hevpeymana stratejîk a NATOyê Amerîka li gorî hevpeymanîbûnê gavan bavêje û li ser operasyona Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) rijdbûna xwe bi van gotinan îfade kir:

“Tirkiye xwedî wî mafî ye ku her cure gefên li dijî bekaya xwe ya netewî berteref bike. Heta ku ew pêkhateya li sînorê me yê başûr a bi çekên giran ên hevpeymanên me hatiye mezinkirin û bûye weke kanserê ji holê neyê rakirin, Tirkiye xwe di ewlehiyê de nabîne. Pêvajoya ku me bi Mertalê Firatê (Cerablus-El Bab) û Şaxa Zeytûnê (Efrîn) daye destpêkirin, înşelah em ê li nêzîk derbasî qonaxeke din bikin.”

‘Piştî hevdîtinên ‘herêma ewle’ li Enqereyê Amerîkayê ji Tirkiyê re got na’