Ji ENKSê daxuyanî bo krîza aborî û diyarkirina nirxê genim û cehê cotkaran

08 hezîran 2020 20:34
Ji ENKSê daxuyanî bo krîza aborî û diyarkirina nirxê genim û cehê cotkaran

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê têkçûna rewşa aboriya Sûriyê û rewşa cotkaran de daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, nirxeke guncaw ji ceh û genimê welatiyan diyar bikin daku cotkar jî bikarin berhemên xwe bi awayekî baştir bifiroşin. 

ENKSê herwiha bang li Netewên Yekbûyî û rêxistinên mirovî jî kir, hevkariyê bi gelê Sûriyê re bikin û pêwîstiyên xurek û dermanan dabîn bikin û xelkê ji birçîbûnê jî rizgar bikin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di derbarê rewşa abûrî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Lîreya Sûriyê roj bi roj nirxê xwe li hember Dolar û diravên din ên biyanî winda dike, vê yekê jî bandoreke neyênî ya rasterast li ser jiyan û debera welatiyan kiriye û hîştiye rêjeya hejariyê bilind bibe, ku mûçeya karekerekî daketiye kêmtirî 25 dolaran.

ENKS di daxuyaniya xwe de radigihîne, ji encama rawestana proseya siyasî ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, ku rêjîma Sûriyê red dike biryarên navdewletî bicih bike, karesata Sûriyê aloztir dibe.

Di daxuyaniyê de tê gotin, bi nêzîkbûna bicihkirina yasaya Sezer li ser rêjîma Sûriyê û dezgehên wê yên ewlehiyê re, welatiyên Sûriyê di rewşeke metisîdar de dimînin, ku nikaribin debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên sereke û dermanan jî nemînin.

ENKSê got, ew metirsî li cem xelkê herêma Cizîrê yê bi awayekî mezin pişta xwe bi karta çandiniyê dibeste zêdetir dibe, bi taybet ku rêveberiya PYDê biryarên ne lêkolînkirî derdike û nirxeke erzan ji berhemên wan re destnîşan kiriye, ku bi têçûna çandiniya wê û hilweşîna lîreya Sûriyê re nagunce, ligel wê jî firotana berhemên cotkaran jî kontrol kiriye, ku bi vî awayî jiyan û debara welatiyan armanc dike.

ENKS di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike, nirxeke guncaw ji berhemên welatiyan re bê diyarkirin û cotkar bikarin berhemên xwe bifiroşin, ji bo di vê rewşa hilweşîna nirxê Lîreya Sûriyê de, bikarin debara jiyana xwe bikin.

ENKS daxwazê ji civaka navdewletî û welatên pêwendîdar dike, fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ta dest bi proseya siyasî bibe û çareseriyek ji krîza Sûriyê re û bê dîtin û rê li ber hilweşîna Lîreya Sûrî bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ENKSê bang li Netewên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir, hevkariyê bi gelê Sûriyê re bikin û pêwîstiyên xurek û dermanan dabîn bikin û xelkê ji birçîbûnê jî rizgar bikin.