Ji Duran Kalkan bersiveke gefxwarinê: Nabe ku 'Basûr' azad be!

23 tîrmeh 2019 18:11
Ji Duran Kalkan bersiveke gefxwarinê: Nabe ku 'Basûr' azad be!

PeyamaKurd – Endamê Komîteya Navendî yê PKKê Duran Kalkan ku bi eslê xwe tirkê Edenê ye, banga rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ‘Şerê xwe û Tirkiyê ji nav me dûr bixin’ nirxand.

Kalkan di televizyoneke nêzîkî PKKê de bersiveke wekî gefxwarinê da rêveberiya Başûrê Kurdistanê û got, ‘Bila ti kes nebêje, em rizgar bûn, bila parçeyên din (Kurdistan) ji me dûr bisekinin, neyên hêla me û em li vir rehet bijîn. Jiyaneke wisa nîne.”

Kalkan di berdewamê de jî da xuyakirin, “Li demeke ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdbûn rastî qirkirinê tê, Başûr nikare azad bijî. Ne mimkun e, ev li dijî siruştiya însan e. Yan dê hemû bi hev re azad bibin, yan jî dê azadî ji bo ti kesî çênebe.”

Beriya niha jî rayedarên Başûrê Kurdistanê bersiva PKKê ya destwerdana erda Herêma Kurdistanê û bûyîna sedema operasyonên Tirkiyê hatibû dayîn û hatibû gotin, “Başûrê Kurdistanê ji xwe azad e, hewce nîne hûn werin devereke azad ji nû ve azad bikin’ û hatibû xwestin, êdî PKK bila destdirêjiyê li Başûrê Kurdistanê neke û nebe sedema şer û aloziyan.