Ji Çavusoglu berteka nexseya parçekirî ya Tirkiyê

07 sibat 2019 23:56
Ji Çavusoglu berteka nexseya parçekirî ya Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser parvekirina nexşeya di twîta de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku derbarê Venezuelayê de belav kiribû axivî.

Çavuşoglu piştî civîna welatên hevpeymaniyê bersiv da pirsa ku Pompeo nexşeya Tirkiyê du parçe di twîta xwe de nîşan daye û got, di wê twîtê de ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo welatên din jî xeteyên cidî hatine kirin.

Çavuşoglu diyar kir, Wezarate Derve li me vegeriyaye û xetayên di nexşeyê de yên li ser xetayên bo welatên din jî agahdarî daye û helbet hevalên me jî çawa nexşe dîtin bertek nîşan dan û ketin tevgerê.

Wezîrê Tirk got, şaşiya nexşeyê teknîkî ye, lê şaşîyeke cidî ye.