Ji bo zêdekirina bazirganiya navbera Iraq û Tirkiyê biryar hat dayîn

30 tebax 2023 00:05
Ji bo zêdekirina bazirganiya navbera Iraq û Tirkiyê biryar hat dayîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Bazirganiyê yê wî welatî Atir el-Xerîrî û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li Bexdayê civiyane û biryar hatiye dayîn bazirganiya navbera herdu welatan were zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Barzirganiya Iraqê Iraq û Tirkiyeyê li hev kir ku hecma bazirganî û veberhênanên navbera xwe zêde bikin û di vê çarçoveyê de astengiyên ku hene jî bên rakirin.

Hate diyarkirin ku komîsyonên hevbeş wê bên çalakkirin û peymanên ku hatine îmze kirin werin bicihkirin.

Atir el-Xerîrî gotiye, divê kompaniyên Tirkiyeyê li Iraqê di warê pîşesazî, avahîsazî, xizmet û qadên din de cî bigirin û ew jî ji bo hêsankariyê û rakirina astengan bixebitin.

Li aliyê din îro 29ê Tebaxê Omer Bolat li ser medya civakî ragihand ku ew dixwazin têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de pêşve biçin û xurtir bibin bi taybetî jî pêwendiyên bazirganî.

Bolat gotiye ji bo têkilî û bazirganiya di navbera herdu welatan de zêdetir bibe jî wê serdanên wan zêdetir bibin.