Ji bo Trump roja herî krîtîk nêzîk dibe...
PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê ji bo jikardûrxistina (ezilkirin) Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê diçe ber dengdanê.
Di Meclîsa Nûneran de 435 endam hene û 36 endamên Demokratan ji yên Komarîyan zêdetir in.
Ji ber zêdebûna endamên demokrat çav li rê ye jikar dûrxistina Trump were pejirandin û îhtimal heye Trump bibe sêyemîn serokê ku ji kar tê xistin.
Beriya niha jî serokên Amerîka Andrew Johnson û Bill Clinton hatibûn ezilkirin, lê Civata Senatoran ji bo her duyan jî biryar dabû ku ji kar neyên dûrxistin.
Richard Nixon jî di lêpirsîna ezilkirinê de berî dengdanê karvekêşana xwe ragihandibû.
Meclîsa Nûneran ger ezilkirina Trump bipejirîne, Trump dê li Civata Senatoran were darizandin û Civata Senatoran dê bibe dadgeh û senator jî dê bibin endamên jurîyê.
Tê çaverêkirin ku li gorî proseyê dadgeha li Civata Senatoran di Çileya 2020an de were danîn û bi qasî 15 rojan berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin