Ji bo serokwezîrtiyê navên Nûrî Malikî û Heyder Ebadî derbas dibin

10 adar 2020 20:14
Ji bo serokwezîrtiyê navên Nûrî Malikî û Heyder Ebadî derbas dibin

PeyamaKurd – Piştî ku Adil Ebdulmehdî li ser daxwaza xwepêşanderan ji serokwezîrtiyê vekişiya û serokwezîrê raspartî Mihemed Tewfîq Elawî jî nekarî kabîneya xwe li parlamenê bide pejirandin û îstîfaya xwe da, nîqaşên li ser serokwezîrtî û hikûmeta nû ya Iraqê zêdetir bûn.

Berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê, Şivan Mihemed Taha ku krîza hikûmeta Iraqê ji nêzîk ve dişopîne dibêje, hêzên siyasî yên şîe dest bi civînên krîtîk kirine bo destnîşankirina kandîdê xwe bo serokwezîrtiya Iraqê, lê heta niha li ser ti kandîdekî li hev nekirine.

Şivan Mihemed Taha ji BasNewsê re gotiye, çend nav têne behs kirin mîna Nûrî Malikî (serokwezîrê berê), Heyder Ebadî (serokwezîrê berê), Falih Feyaz û Hadî Amirî, lê heta niha şîe li ser navekî li hev nekirine.

Berpirsê PDKê dide zanîn, Muqteda Sedir aciz bûye û dixwaze bi tenê serokwezîrê nû yê Iraqê destnîşan bike, ev jî astengeke li pêşiya şîeyên din.

Li ser şert û daxwaziyên Herêma Kurdistanê jî Şivan Mihemed Taha diyar dike, her kes dibêje, divê serokwezîr daxwaziyên kurdan qebûl bike û statûya Herêma Kurdistanê jî nas bike.